Restorasyona mizgefta Manuçehrê

Mizgefta dîrokî piştî restorasyonê wê bê vekirin

Restorasyona mizgefta Manuçehrê

Qers him bi dîrok him jî bi avahiyên xwe yên qedîm bajarekî gelek navdar e. Yek ji wan avahiyên dîrokî mizgefta manûçehrê ye. Mizgefta ku di sala hezar û 72yan de hatiye çêkirin, demeke dirêj e bêxwedî ye. 2 wezaret û hin saziyan ji bo restorasyona mizgeftê dest dan hev û peymanek îmze kirin. Piştî restorasyonê, wê li mizgeftê îbadet bê kirin.

Bajarê Qersê bajarekî gelek dîrokî û qedîm e.

Lewra gelek medeniyet û împaratoriyan li ser vê axê konên xwe danîne û çûne.

Şaristanî û împaratoriyên ku hatine û çûne, li dû xwe gelek avahî û berhemên bêhemta jî hiştine.

Yek ji wan avahiyên dîrokî Mizgefta Manûçehrê ye.

Mizgefta ku di sala hezar û 72yan de hatiye çêkirin, wek mizgefta ewil a li herêmê tê qebûlkirin.

Mizgefta ku bi salan e bêxedî û xirabe ye, bi piştgiriya 2 wezaret û hin saziyan tê restorekirin.

Midûrê Giştî yê Muze û Berhemên Çandî Gökhan Yazgi: Ji bo ev mizgefta qedîm vebe û tê de îbadet bê kirin biryarek hat dayîn. Înşela bi piştgiriya wezaret û walîtiyê wê di demeke kurt de ev restorasyon bê xilaskirin.

Di çarçoveya restorasyona mizgeftê de li bajêr peymanek hat îmzekirin.

Piştî ku restorasyon xilas bû, wê li mizgeftê îbadet dest pê bikin.

Waliyê Karsê Türker Öksüz: Ev der ji bo dîroka me devereke gelek girîng e. Xwedê hez bike em ê di demeke kurt de restorasyona vir xilas bikin û ji bo îbadetê vekin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE