Restorekirina berhemên Hasankeyfê

Ji bo berhemên ku wê li cihê xwe bimînin xebat dewam dikin

Restorekirina berhemên Hasankeyfê

Li Heskîfê beriya bendava ilusuyê xebatên xurtkirina berhemên mayînde berdewam in. Ji bilî berhemên ku hatin barkirin, berhemên mayînde ji bo ku piştî bendavê jî zindî bimînin tên restorekirin.

Li Heskîfa Batmanê li aliyekî xebatên bendavê, li aliyê din jî parastina berheman heye.

Beriya ku bendav biqede bala rayedaran li ser berhemên dîrokî ye.

Berhemên ku di nav deştê de bi tena serê xwe bûn yek bi yek tên barkirin.

Li aliyê din xebatên ji bo berhemên ku dê neyên barkirin û li cihê xwe bimînin jî xebat dewam dikin.

Ji bo ku ew berhem her bimînin, tên xurtkirin.

Herî dawî Qesra Biçûk tê, xurtkirin.

Devera ku wê di bin avê de bimîne, ewil bi betonê hat qehîmkirin.

Herî dawî li dora qesrê dê bi caman teras were çêkirin.

Qesr dê piştî bendavê jî mêvanan qebûl bike.

Herwiha ji bo şikeftan jî wê xebateke taybet were meşandin.

Tê payîn tenê ji bo xebatên berhemên nehatine barkirin, 250 milyon lîre pere were xerckirin.

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 15:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE