Restorekirina Qur'ana Pîroz a 455 salî

Qurana Pîroz a restorekirina hindik ma were temamkirin di 1ê tîrmeha 1816an da bi destê Nadire Qalfaya berdestiya Dilzade Başqadin Efendiya ji jinên Siltan Mehmûdê 2yan hatiye weqfkirin.

Restorekirina Qur'ana Pîroz a 455 salî

Qurana Pîroz a 455 salî ya cildê wê ji çermê bizinan hatiye çêkirin û ser wê bi zêr hatiye xemilandin ew ê piştî temamkirina restorayonê nîşanî eleqedaran bidin.

Restorasyona cildê berhema di envantera Qesrên Neteweyî da hatiye qeydkirin bi destê Ahmet Kurnazê mucellit ê Avakarê Destgeha Cildan a Îdareya Qesrên Neteweyî tê kirin.

Qurana Pîroz a restorekirina hindik ma were temamkirin di 1ê tîrmeha 1816an da bi destê Nadire Qalfaya berdestiya Dilzade Başqadin Efendiya ji jinên Siltan Mehmûdê 2yan hatiye weqfkirin.

Li gor nota li ser belgeyê hatiye nivîsandin Quran di 10ê sibata 1564an da bi destê Ali Eş-Şehir bi Ebi'l-Hasan El-Useyli hatiye nivîsandin.

Ahmet Kurnaz qala astên restorasyona Qurana Pîroz û cildê wê kir.

Kurnaz destnîşan kir ku di zaroktiya xwe ji Îbrahîm Kurnazê bavê xwe hînî cildkirinê bû û wiha pê da çû: "Bavê min li navenda restorasyonê ya Pirtûkxaneya Silêmaniyê dixebitî me jî di piçûktiya xwe da dest bi nimaredayîna pirtûkan kir. Paşê bavê min karên piçûk da destê e û wisa em hîn bûn û pêş ketin. Li gor daxwaza bavê min me dikaneke piçûk vekir, me ji hin konsolosxane û şirketên mezin ra kar kirin. Hem li vê derê hem jî di dawiya hefteyê da li destgeha xwe dixebitim."

Kurnaz bal kişand ku hetanî nika ji 2 hezarî zêdetir pirtûk restore kiriye û wiha axivî: 

"Min restorasyona gelek amûrên Pirtûkxaneya Ebdilmecîd Efendî kir. Ji vir 6 meh berê Quran ji beşekê hat vê derê. Ez di rojê da bi qasî 4-5 saetan li ser vê Quranê dixebitim, lewra karên din jî dikim. Dema berhemek tê em pêşiyê mêze dikin ku çi amûr lazim dikin. Wan temîn dikin. Beriya restorasyonê wêneyan dikişînin. Paşê raporê dinivîsinin. dema karên di destê me da xilas dibin jî dest bi yeke din dikin. Cildê vê Quranê ji çermê bizinan hatiye çêkirin û ser wê bi zêr hatiye xemilandin. Cildê ser û yê binî ji hev cuda ne û ji 2 parçeyan pêk tê. Dema hat şîrazeya wê tune. Min pêşiya şîrazeya wê hîvast. Hemû xebat li gor edetên berê hatin kirin. Cildê wê temam bû me dest bi xemlên zêrîn kirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE