Rewşa ewlehiyê ya bi operasyonên terorê hat pêkanîn reva ji PKKyê zêde kir

Operasyonên serkeftî bûn sedema reva terorîstan a ji rêxistinê û pêvajoya revê bi lez bû. Geşedanên di nav rêxistinê da di îfadeyên terorîstên teslîmbûyî da tên dîtin.

Rewşa ewlehiyê ya bi operasyonên terorê hat pêkanîn reva ji PKKyê zêde kir

Operasyonên serkeftî di nav kadroyên rêveberiya payebilind a PKKyê da bû sedema tirsê, di îfadeyên endamên rêxistinê yên teslîm bûn da derket holê ku ji Îranê û bakurê Iraqê reva ji rêxistinê dest pê kir.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê sitand, di encama operasyonên Erenê yên PKK li nav û dervayê welêt nikare tevbigere, di operasyonan da gelek qaşo payebilindên rêxistinê hatin berterefkirin. Ji ber vê jî di nav rêxistinê da tirs belav bû.

Operasyonên serkeftî bûn sedema reva terorîstan a ji rêxistinê û pêvajoya revê bi lez bû. Geşedanên di nav rêxistinê da di îfadeyên terorîstên teslîmbûyî da tên dîtin.

Hat ragihandin ku terorîstên li bakurê Iraqê û Îranê jî dest pê kirin ji PKKyê direvin. Di îfadeyan da hat dîtin ku li bakurê Iraqê 14 li Îranê jî 25 terorîstên ji rêxistinê revîn hatin girtin û niha di şikefteke li bakurê Iraqê da tên girtin.

Wekî mayîn hat tesbîtkirin ku PKK zorê dide kesên direvin, berê wan dide dardarkirinê. Wekî mayîn rêxistin xeberên derew dide endamên xwe ku motîvasyona wan zêde bike, rêveberiya rêxistinê jî li kesên planên revê dikin zextê dikin.

Terorîstê teslîmbûyî di îfadeya xwe da diyar kir ku rewşa jiyanê gelekî xirab bû, endamên rêxistinê li sitargehên zivistanê bi erzaqê kêm va hewl didin bijîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE