Rewşa nifûsa Tirkiyê hat diyarkirin. li gorî wê nifûsa herî zêde li Stenbolê, ya herî kêm jî li Bayburtê ye. navê lawan zêdetir kirin yûsif, ê keçan jî kirin xetîce…
Nifûsa herî zêde li Stenbolê,
Ya herî kêm jî li Baybûrtê ye.
Li gorî herêmên din, li Herêma Anadola Navîn, nifûsa jinan ji ya mêran zêdetir e.
Nifûsa herî ciwan jî li Marmarayê ye.
Midûriyeta Giştî ya Nifûsê, derbarê nifûsa Tirkiyeyê de raporek amade kir.
Li gorî raporê, nifûsa zêdetir li Marmarayê ye û li wir 24 milyon û 465 hezar û 194 kes dijîn.
Piştî Marmarayê herêma Anadola Navîn, Behra Spî û herêma Egeyê tên.
Nifûsa herî kêmt jî li Herêma Rojhilatê Anadolê ye.
NIFÛSA TIRKIYEYÊ
MARMARA 24 MILYON Û 465 HEZAR Û 194
ANADOLA NAVÎN 12 MILYON Û 705 HEZAR Û 812
BEHRA SPÎ 10 MILYON Û 552 HEZAR Û 942
EGE 10 MILYON Û 318 HEZAR Û 157
BAŞÛRÊ ROJHILAT 8 MILYON Û 876 HEZAR Û 531
BEHRA REŞ 5 MILYON Û 674 HEZAR Û 496
ANADOLA ROJHILAT 5 MILYON Û 966 HEZAR Û 101
Li gorî bajaran jî nifûsa herî zêde ya Stenbolê ye.
Nifûsa Stenbolê 14 milyon û 612 hezar û 273 ye.
Piştî Stenbolê jî Enqerê tê.
Li Enqerê jî 5 milyon û 232 hezar û 503 kes dijîn.
BAJARÊN HERÎ QEREBALIX
BAJAR û NIFÛS
İSTANBUL 14 MILYON Û 612 HEZAR Û 273
ANKARA 5 MILYON Û 323 HEZAR Û 503
İZMİR 4 MILYON Û 248 HEZAR Û 856
BURSA 2 MILYON Û 976 HEZAR Û 242
ANTALYA 2 MILYON Û 356 HEZAR Û 97
Nifûsa herî kêm a Bayburtê ye.
Li Bayburtê 77 hezar û 790 kes dijîn.
Piştî Bayburtê jî Dêrsim, Erdexan û Kilîs tên.
BAJARÊN KU NIFÛSA WAN HERÎ KÊM E
BAJAR û NIFÛS
BAYBURT 77 HEZAR Û 790
TUNCELİ 81 HEZAR Û 695
ARDAHAN 96 HEZAR Û 533
KİLİS 137 HEZAR Û 174
Li gorî rêjeyê, nifûsa herî zêde ya jinan li Anadola Navîn e.
Kesên ku temenê wan 80 û ji 80yî zêdetir e, herî zêde li Herêma Marmarayê ne.
Li vê herêmê 415 hezar û 47 kesên wisa temenmezin dijîn.
Li Herêma Başûrê Rojhilat jî ev reqem 90 hezar û 472 ye. Extiyarên mezin li wir kêm in.
KESÊN 80 SALÎ Û JÊ MEZINTIR
MARMARA 415 HEZAR Û 47
BAŞÛRÊ ROJHILATÊ ANADOLÊ 90 HEZAR Û 472
Ciwan herî zêde li herêma Marmarayê ne.
Li Marmarayê 6 milyon û 101 hezar û 485 kes hêj neketine 18 salan.
Piştî Marmarayê li Başûrê Rojhilatê Anadolê, Anadola Navîn û Behra Sipî zarok hene.
Nifûsa ciwan a herî kêm li herêma Behra Reş e.
HEJMARA ZAROKAN
MARMARA 6 MILYON Û 100 HEZAR Û 485
BAŞÛRÊ ROJHILATÊ ANADOLÊ 3 MILYON Û 516 HEZAR Û 32
ANADOLA NAVÎN 3 MILYON Û 233 HEZAR Û 767
BEHRA SPÎ 2 MILYON Û 979 HEZAR Û 971
BEHRA REŞ MILYONEK Û 700 HEZAR Û 694
Li gorî daneyan, di 6 mehên dawî de 594 hezar û 681 zarok hatin dinyayê. Ji wan 305 hezar û 196 kur, 289 hezar û 485 keç in.
Par navê kurikan herî zêde kirin Ûsiv, ê keçikan jî kirin Zeynep.
DI 10 SALÊN DAWÎ DE NAVÊN KU HÊRÎ ZÊDE LI ZAROKAN HATIN KIRIN
KURIK KEÇIK
ÛSIF ZEYNEP
BERAT ELIF
MISTEFA ECRÎN
EMER YAGMUR
AHMET HÎRANUR
MIHEMED AZRA
EYMEN ZEHRA