Rewşa nifûsa Türkiyeyê hat diyarkirin

Nifûsa Türkiyeyê di 2019an da li gor sala berê milyonek û 151 hezar û 115 kes zêde bû û derket 83 milyon û 154 hezar û 997 kesî.

Rewşa nifûsa Türkiyeyê hat diyarkirin

NifûsTürkiyeyê di 2019an da li gor sala berê milyonek û 151 hezar û 115 kes zêde bû û derket 83 milyon û 154 hezar û 997 kesî.

Saziya Îstatîstikê ya Türkiyeyê "Encamên 2019an a Pergala Qeyda Nifûsê ya Li Ser Navnîşanê" eşkere kir.

Li gorî encamê nifûsê welêt yê ku di sala 2018an da ji 82 milyon û 3 hezar û 882 kesan pêk dihat milyon û 151 hezar û 115 kes zêde bû û par gihîşt 83 milyon û 154 hezar û 997 kesan.

Di nifûsê da rêjeya nifûsa mêran ji sedî 50,2an (41 milyon û 721 hezar û 136 kes) û ya jinan jî ji sedî 49,8an (41 milyon û 433 hezar û 861 kes) pêk tê.

Leza zêdebûna nifûsê ya salane di sala 2018an da ji hezarî 14,7 bû û di sala 2019an da ev reqam ji hezarî daket 13,9an.

Rêjeya kesên li navendên navçe û bajaran rûdinên di sala 2018an da ji sedî 92,3 bû û ev reqam di sala 2019an da derket ji sedî 92,8an.

Rêjeya kesên li gund û bajarokan dijîn jî heta ji sedî 7,2an daket.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE