Rewşa penaberên li Şanlıurfayê

Xebat û xizmetên ji bo entegrasyona penaberan dewam dikin

Rewşa penaberên li Şanlıurfayê

Li Şanlıurfayê xebat û xizmetên ji bo entegrasyona penaberên ku ji welatên din hatine Türkiyeyê, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li bajêr komxebateke li ser penaberan hat lidarxistin.

Xebat û xizmetên ji bo entegrasyon û adaptasyona penaberan dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Zanîngeha Herranê, Îdareya Koçê ya bajêr, Zanîngeha Kalyoncu, Navenda Lêkolîna Koçê, Zanîngeha Semsûrê û ya Artûklûya Mardînê bi hev re ji bo rewşa xwendekarên penaber komxebatek li dar xistin.

Xwendekaran di komxebatê de him behsa rewşa xwe kirin, him jî li ser sehneyê ji çand, huner û muzîkên xwe mînak dan.

Xwendekarê ku ji Sûriyê hatiye û li Şanlıurfayê zanîngehê dixwîne dibêje: her çiqas welat û zimanê me cuda be jî, em hemû yek in.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE