"Rezervên Bankeya Navendî wê di rojên pêş da derkeve ser 115 milyar dolarî"

Serok Erdogan, "Rezervên Bankeya Navendî vê gavê di asta 109 milyar dolarî da ye. Bi temambûna pêvajoya kar û barên didomin wê di rojên pêş da derkeve ser 115 milyar dolarî."

"Rezervên Bankeya Navendî wê di rojên pêş da derkeve ser 115 milyar dolarî"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Rezervên Bankeya Navendî vê gavê di asta 109 milyar dolarî da ye. Bi temambûna pêvajoya kar û barên didomin wê di rojên pêş da derkeve ser 115 milyar dolarî."

Erdogan di Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir di 2019an da ferqa carî veguherandine zêdebariyê û di demeke nêzik da wê dîsa heman tabloyê bibînin û wiha got, "Rezervên Bankeya Navendî vê gavê di asta 109 milyar dolarî da ye. Bi temambûna pêvajoya kar û barên didomin wê di rojên pêş da derkeve ser 115 milyar dolarî. Di serî da ji ber rewşa di dovîzê da em ê dahata xwe ya neteweyî ku ji ber hedîseyên qewimîn mîqtarek kêm bû, di demeke kurt da derxin ser trîlyon dolarî."

Erdogan destnîşan kir pêvajoya çêkirina otomobîla xwemalî mîna hatiye plankirin didome û wiha axivî, "Înşellah em ê 2023yan da otomobîla xwe li ser rêyan bibînin. Tirkiye di serî da wesaîtên asîmanî yên bêmirov di gelek waran da ketiye nav dewletên ku li dinyayê hiberîner û îxracatkarê pîşesaziya parastinê ne."

Serokomar Erdogan diyar kir ji bona salên 2022-2023yan rêjeya zêdekirina mehaneyên karmendan ji sedî 31,2 çêbûye ku ev mîqdar hezar û hezar û 352 lire ye û wiha pê da çû, "Piştî karkerên xwe mîna ku me soz dabû me karmendên xwe jî bi enflasyonê nedan pelçiqandin. Mehaneya herî kêm ya karmendan ji 4 hezar û 348 lireyî derket 5 hezar û 700 lireyî."

Erdogan destnîşan kir biryardar in ku rêçên şewatên heya niha nehatine dîtin paqij bikin û wiha got: "Bi îzna Xwedê ev dewlet û ev gel hêzdar e û em ê serkeftî bibin."

Serokomar Erdogan got ku di rojên pêş da li herêmên Behra Reş yên lê lehî rabûn û li herêmên li Antalya û Muglayê ku şewat derketin wê lêkolînê bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE