Li Kercewsa navçeya Batmanê rezên tiriyan tên dermankirin.
Li navenda navçeyê û gundên wê, hilberîner piştî ku hewa germ bû, dest bi dermankirina rezê tiriyan ên dardakirî kirin da ku li ber tavê neşewitin.
Zubeyîr Akgun diyar kir ku îsal gelekî baran barî û lewma jî ew hêvî dikin ku ber û berhema îsal zêde were û wiha got, "Înşelah îsal tirî dê zêde be. Ji bo ku li ber tavê neşewitin em derman dikin."