Serokkomarê Îranê Hasan Ruhani bang li misilmanan kir û got: “heta quds bibe paytextê filistîna serbixwe, lazim e misilman pişta hev bigrin.”
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî rexne li rêvebiriya Trump û Israîlê girt. Daxuyaniya Rûhanî di malpera înternetê ya Serokkomariya Îranê de hat belavkirin.
Rûhanî got; Emerîka dixwaze zext û zorê li me bike û wiha dewam kir: “Ev şerekî ekonomîk e û bêguman em ê bi ser kevin. Xelkê me bi micadele û berxwedana xwe bûye yek.
Serokkomarê Îranê bi zimanekî tûj Israîl jî rexne kir û got: “Rejîma siyonîst, bi piştgiriya rêvebirê nû yê Emerîkayê dixwaze herêma me bindest bike.”
Ruhanî ji bo Quds bibe paytextê Filîstîna serbixwe jî gazî misilmanan kir. Got alîkarî û piştevaniyê bikin.
Hesen Rûhanî wiha dewam kir: “Tevî peymanên Madrîd û Osloyê, Israîlê tu car heq û hiqûqa xelkê Filistînê qebûl nekir. Loma jî ji bo heq û hiqûqa Filistîniyan bê standin, lazim e li dijî rejîma siyonîst micadele bê kirin.”