Rêhewayên Tirk seferên Port Harcourtê dan destpêkirin

THYyê bajarê Port Harcourtê wekî destînasyona 56emîn a li Afrîkayê li tora xwe ya geştan zêde kir.

Rêhewayên Tirk seferên Port Harcourtê dan destpêkirin

Rêhewayên Tirk (THY), bajarê Port Harcourt ê Nîjeryayê wekî destînasyona 56emîn a li Afrîkayê li tora xwe ya geştan zêde kir.

Li gorî daxuyaniya Mişawiriya Çapemeniyê ya Rêhewayên Tirk, geşt dê wekî Stenbol-Port Harcourt-Stenbol di hefteyê da çar rojan dualî bên kirin.

THYyê li Nîjeryayê piştî Lagos, Kano û Abujayê, Port Harcourt jî li tora xwe zêde kir û bi vî awayî tora xwe ya geştan a li seranserê dinyayê derxist 311 destînasyonî. Herwiha THY ew şirketa rêhewayê ye ku li Parzemîna Afrîkayê ji bo herî zêde bajaran seferan dike.

Serokê Firotanê yê THYyê (Herêma 2yemîn) Kerem Sarp, di civîna çapemeniyê ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Port Harcourtê bi minasebeta vebûna xetê hat lidarxistin da wiha axivî:

"Bi destpêkirina geştên me, ciyekî din jî li mîsyona me ya mezinbûnê ya li Afrîkayê hat zêdekirin. Bi Port Harcourtê ku li Nîjeryayê ciyê çaremîn e ku geştên me lê hene va em wê peywira xwe tînin cih û dibin pira di navbera çand û welatan da. Em ji ber vê yekê gelekî kêfxweş û serbilind in."

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Hezîran 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE