Riya gund piştî 77 salan hat çêkirin

Şêniyên gund ji ber pirsgirêka rê her roj 3 kîlometre dimeşiyan...

Riya gund piştî 77 salan hat çêkirin

Li herêmê bi saya şaredariyên AK Partiyê xizmet digihêje her nuqteyê. Riya Mezrika Lugî ya Siverekê jî piştî 77 salan ji aliyê şaredariyê hat çêkirin. Şêniyên gund ji kêfa beranek ser jê kirın û qurban kirin.

Mezrika Lugî ya navçeya Siverekê 77 sal berê hatiye damezrandin, lê belê rê nehatiye çêkirin.

Şêniyên gund ji ber pirsgirêka rê bi salane ku jiyaneke dijwar derbas dikirin û her roj 3 kîlometre dimeşiyan.

Ji ber berf û baranê riya gund salê 6 mehan dihate girtin û têkiliya wan bi dinyayê re qut dibû.

Çêkirina rê ji bo gundiyan xewn û xeyal bû lê bi hevkariya midûriya karên avê ya dewletê û Şaredariya Siverekê xebatên rê dest pê kirin.

Beriya zivistanê wê riya Lugiyê were temamkirin.

Şêniyên Lugiyê ji kêfa bi diayan beranek serjê kirin û kirin qurban.

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE