Riya gund û zozanên girtî yek bi yek tên vekirin

Li Beytüşebapa Şırnakê riya zozanê ku ev mehekê ye girtî bû piştî xebateke 4 rojan hat vekirin.

Riya gund û zozanên girtî yek bi yek tên vekirin

Li hin deverên herêmê zivistan dijwar derbas dibe.

Li gelek deran rê hatin girtin û hatûçûn tune.

Li Beytüşebapa Şırnakê tîmên vekirina riyan 4 rojan li ser hev xebitîn û di dawiyê de riya 42 kîlomîtroyî vekirin.

Li hin caran tîman di bin berfa 4 mîtroyî de tunel kolandin.

Vekirina riyan gel kêfxweş kir.

Li devera Feraşînê tevî berfa zêde germahî heta 27 pileyên binê sifirê dikeve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE