Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xebatên xwe yên ji bo çolterê didomîne. Di çarçoveya xebatan de him riyên gundan tên xweşkirin, him jî ji bo avdayînê cokên avê tên çêkirin.
Li Wanê Şaredariya Bajarên Mezin him li navendê him jî li çolterê xebatên xwe didomîne.
Şaredariyê herî dawî ji bo riyên gundan xebateke taybet da destpêkirin.
Di çarçoveya xebatê de riyên ax ên gundên dûrî bajêr yeko yeko tên rastkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin bi xebatên xwe yên li çolterê dixwaze piştgiriya cotkaran bike.
Gundi ji bo xizmetan spas dikin.
Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin li çolterê ji bo avdana zeviyan jî cokên avê çêdike.