Rêjeya ava bendavên İstanbulê gihîşt ji sedî 44,70ê

Rêjeya ava bendavên İstanbulê gihîşt ji sedî 44,70ê

 Rêjeya ava bendavên İstanbulê gihîşt ji sedî 44,70ê.

Li gor daneyên Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya İstanbulê (ÎSKÎ) asta ava bendavan di 8ê çileya paşîn da heta ji sedî 19,16an kêm bûbû, lê ji ber berf û barana di demên dawîn da barî asta avê ji sedî 25,54 zêde bû.

Rêjeya tijebûnê ava bendavan wek 44,70 hat pîvan.

Ava li Istrancayan ji sedî 78,20, ya li Terkosê ji sedî 42,87, ya li Sazlidereyê ji sedî 20,86, ya li Alîbeyê ji sedî 51,99, ya li Buyukçekmeceyê ji sedî 46,64, ya li Omerliyê ji sedî 50,29, ya li Darlikê ji sedî 54,55, ya li Elmaliyê ji sedî 51,04, ya li Kazandereyê ji sedî 78,34 û ya li Pabuçdereyê ji sedî 21,54 hat pîvan.

Gol û bendavên avê digîhînin bajêr xwedî hecmeke berhevkirina avê ya 868 milyon û 683 hezar metrokupê ye. Ji îro pê va 388 milyon mêtrokup av hatiye berhevkirin.

- Rêjeya tijebûnê ya 15 salan

Rêjeya tijebûne ya bendavan dema 8ê sibatê bidin berçavan di 2006an da ji sedî 93,73, di 2007an da ji sedî 55,29, di 2008an da ji sedî 26,03, di 2009an da ji sedî 51,54, di 2010an da ji sedî 97,15, di 2011an da ji sedî 91,17,di 2012an da ji sedî 72,75, di 2013an da ji sedî 78,90, di 2014an da ji sedî 32,05, di 2015an da ji sedî 90,00, di 2016an da ji sedî 84,61, di 2017an da ji sedî 85,75, di 2018an da ji sedî 75,35, di 2019an daji sedî 89,88, 2di 020an da ji sedî 59,84, di 2021an da jî ji sedî 44,70 tije bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE