Rêjeya bêkariyê di hezîranê da li gor gulanê 2,5 puan kêm bû

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a Hezîrana 2021ê eşkere kir, di tîrmehê da rêjeya bêkariyê ya ku çandinî tê da tuneye 2,7 puan kêm bû û wek 12,3 hat hesabkirin.

Rêjeya bêkariyê di hezîranê da li gor gulanê 2,5 puan kêm bû

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a Hezîrana 2021ê eşkere kir.

Li gor vê li giştiyê Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di hezîranê da li gor gulanê 823 hezar kes kêm bûn û bû 3 milyon û 399 hezar kesan. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê 2,5 puan kêm bû û bû ji sedî 10,6. Rêjeya bêkariyê li gor heman meha par 2,7 puan kêm bû.

Di tîrmehê da rêjeya bêkariyê ya ku çandinî tê da tuneye 2,7 puan kêm bû û wek 12,3 hat hesabkirin.

Di meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên navbera 15-24 salî li gor meha beriyê 0,2 puan kêm bû û bû ji sedî 22,7an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE