Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di Cotmeha 2018an da li gor heman meha par 1,3 puan zêde bû û bû ji sedî 11,6. Di vê heyamê da hejmara bêkaran 501 hezar kes zêde bû û derket 3 milyon û 788 hezar kesan.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên kar ên Cotmeha 2018an eşkere kir.
Li gor vê li giştiyê Tirkiyeyê hejmara bêkaran ên temenê wan 15 û jê zêdetir in di meha cotmehê da li gor heman mehê ya par 501 hezar kes zêde bû û derkete 3 milyon û 788 hezar kesî. Di heman mehê da rêjeya bêkariyê 1,3 puan zêde bû û bû ji sedî 11,6.
Rêjeya bêkariyê di Cotmeha 2018an da 0,2 puan zêde bû.
Li gor daneyên TUÎKê di heyama 2010-2018an da li gor meh û salan rêjeya bêkariyê ya ji tesîra demsalan hatiye derxistin wiha ye;