"Rêjeya hilbijartinê ya ji sedî 50 mîna bingeha pergala nû ye"

Erdogan li Kizilcahamamê li Elîz Hotelê di vekirina Civîna Nirxandin û Şêwrê ya 29emîn ya AK Partiyê da axivî.

"Rêjeya hilbijartinê ya ji sedî 50 mîna bingeha pergala nû ye"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Armanca me ew e ku rojhilatê Feratê jî bi kaniyên aştiyê av bidin."

Erdogan li Kizilcahamamê li Elîz Hotelê di vekirina Civîna Nirxandin û Şêwrê ya 29emîn ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir senaryoyên felaketê yên ji ser aboriyê ra tên nivîsandin yek bi yek xera dikin.

Erdogan diyar kir di bin banê Îtifaqa Cumhur da bi MHPyê ra xebatên xwe bi kêfxweşî didomin û got ku em ê xebata xwe bi nêzîkî û berfirehî bidomînin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir teşkîlata wan ya ku wê di pêvajoya kongreyê da çêbe di pêşerojê da dê bibe hêza ku AK Partiyê pêşva dibe û wiha axivî: "Hişmendiya ku bi qudreta ji AK Partiyê distîne xelkê biçûk dibîne, guh nade xelkê û tenê ji bona parastina menfeetên xwe yên şexsî diemilîne ciyê wê di bin banê partiya me da tuneye."

Erdogan got ku em paşeroja vî welatî bûn, em îroya vî welatî ne û înşellah em ê siberoja vî welatî bin jî.

Serokomar Erdogan der barê nîqaşên daxistina rêjeya hilbijartina Serokomar da wiha peyivî: "Ji bona rêjeya hilbijartina Serokomar ji sedî 50 daxin ji sedî 40î tu fikr, niyet û planeke me tuneye. Rêjeya hilbijartinê ya ji sedî 50 mîna bingeha pergala nû ye."

Erdogan destnîşan kir li gorî qinaeta wan yek ji mîrateyên herî girîng ku wê ji nifşên nû ra bihêlin Pergala Hikûmeta Serokomariyê ye.

Serokomar Erdogan got ku em ji kesên ku ji bona rêxistina terorê ji rojeva welatê me derxin li rûyê me dikenin û bi gotinên diplomatîk dixwazin me egle bikin ra dibêjin ku êdî gotin nemaye.

Erdogan der barê operasyona dijî rojhilatê Feratê da wiha axivî: "Me amadehî û planên xwe yên herekatê temam kirine û telîmatên ku hewce dikin dane. Ha îro ha sibê wê dest pê bike. Em ê ji esman û bejayê va vê operasyonê bimeşînin."

Serokomar Erdogan got ku armanca me ew e ku rojhilatê Feratê jî bi kaniyên aştiyê av bidin.

Serokomar Erdogan der barê avakirina herêma ewle da diyar kir ji bona rojhilatê Feratê bi her awayî hişyarî dane mixatabên xwe û wiha got: "Heta bibêjî em sebir jî dikin. Em dibînin ku dewriyeyên ji esman û bejayê va û her tiştên din çîrok in. Pirsa me ya ji bona mutefîqên me eşkere ye, hûn PKK/YPGya ku dixwazin bi navê HSDyê veşêrin wek rêxistina terorê qebûl dikin yan na, vê eşkere bikin?"AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE