Rêjeya nifûsa ciwan kêm dibe

Di 2018an de ji sedî 15,8ê nifûsê kesên di navbera 15 û 24 saliyê de bûn...

Rêjeya nifûsa ciwan kêm dibe

TÜİK’ê derbarê ciwanan de lêkolînek kir. Li gorî vê, rêjeya nifûsa ciwan daket ji sedî 15 bêhnok 8an. Li Tirkiyê nêzî 13 milyon ciwan hene.

Bajarê ku rêjeya nifûsa ciwan herî zêde ye Colemêrg e.

Li Colemêrgê, ji çaran yekê nifûsê ciwan in.

Di sala 2018an de, li gorî sala 2017an, di perwerdeya bilind de rêjeya xwendin û nivîsandinê zêde bû.

Ji bo jinan rêje 3 puan û nîv zêde bû û gihîşt 47 bêhnok 4an. Ji bo mêran jî 4 puan û nîv zêde bû û giha 44 puanî.

Di lêkolîna memnûniyetê de jî ji sedî 55î zêdetir ciwanan got em xwe bextewar hîs dikin.

Ji sedî 85ê ciwanan got rewşa me ye tenduristiyê baş e.

Rêjeya bêkariyê ya ciwanan jî, ji sedî 20 bêhnok 3 ye.

Rêjeya bikaranîna înternetê ya ciwanan jî ji sedî 90î derket ji sedî 93yan.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE