Rêjeya qezayên trafîkê yên çaryeka salê

Di qezayên trafîkê yên ku di çaryeka salê da çêbûn da 394 kes mirin

Rêjeya qezayên trafîkê yên çaryeka salê

Li tevahiya Tirkiyeyê di 3 mehên ewil ên îsal da 107 hezar û 750 qezayên trafîkê çêbûn û 394 kes mirin, 53 hezar û 605 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Midûriya Giştî ya Ewlehiyê dan hev, îsal di 3 mehên ewil da 88 hezar û 845 qeza li nav niştewaran, 18 hezar û 905 qeza jî li derveyî niştewaran çêbûn. Bi tevahî 107 hezar û 750 qezayên trafîkê çêbûn. Di 332 qezayan da mirî çêbûn, di 36 hezar û 690 qezayî da birîndarî çêbû, di 70 hezar û 728 qezayan da jî xesara madî çêbû.

Di qezayan da 394 kes mirin, 53 hezar û 605 kes jî birîndar bûn. 

Herî zêde qeza li Stenbolê çêbûn, herî kêm jî li Erdexanê çêbûn. Di qezayên Stenbolê da 32 kes mirin, 6 hezar û 147 kes jî birîndar bûn. Li Erdexanê jî kesek mir, 40 kes jî birîndar bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE