Rêjeya tijebûna Bendava Hecî Xidirê ya li Şanliurfayê kêm bû

Rêjeya tijebûna Bendava Hecî Xidirê ya li Şanliurfayê ji ber germ û kêmbûna baranê kêm bû

Rêjeya tijebûna Bendava Hecî Xidirê ya li Şanliurfayê kêm bû

 Li Sîvereka navçeya Şanliurfayê ji ber ku baran kêm dibare û hewa germ e, rêjeya tijebûnê ya Bendava Haci Xidirê kêm bû.

Ji sala 1995an vir va ava bendavê seba avdêriyê tê xebitandin û pê 2 hezar hektar erazî tê avdan. Kapasîteya bendavê 53 milyon mêtrekup e û ji ber ku baran nabare, ava bendavê daket 30 milyon mêtrekupî. Ji ber ku av kêm bû,li herêmê kelekên ku seba masîgirttinê dihatin xebitandin jî li ser erdê man. Kêmbûna avê cotkar kirin fikarê.

Midûrê Parastin û Kontrola Hawirdorê ya Şaredaridya Sîwerekê Kenan Karahan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, di kontrolên ku wan kirin da ji ber ku baran nabare, li herêmê hişkahî heye.

Mucahît Firatê ku li taxa Kirkpinarê cotkariyê dike jî got ku sewiyeya avê ya gola bendavê cara ewil ev qas kêm bû û wiha dewam kir, Ji ber ku baran nabare, av pir kêm bû. Divê teqez seba vê yekê tevdîr were hildan da ku ji nifşên paşerojê ra bimîne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE