Rêjeya zema karkerên dewletê diyar bû

Mehaneya herî kêm a karkeran bû 4 hezar û 100 lire. Ji bo mehaneya 6 mehên ewil ên 2021-2022ê ji sedî 12, ji bo 6 mehên din ji sedî 5 û qasî ferqa enflasyonê zemê were dayîn.

Rêjeya zema karkerên dewletê diyar bû

Hikûmet û konfederasyonên karkeran li ser Protokola Çarçoveya Peymanên Kar ên Komî yên Dewletê ya sala 2021ê ku ji 700 hezarî zêdetir karkeran eleqedar dike li hev kirin.

Mehaneya herî kêm a karkeran bû 4 hezar û 100 lire. Ji bo mehaneya 6 mehên ewil ên 2021-2022ê ji sedî 12, ji bo 6 mehên din ji sedî 5 û qasî ferqa enflasyonê zemê were dayîn.

Vedat Bîlgînê Wezîrê Xebat û Ewlekariya Civakî di merasima îmzekirinê da ku li Navenda Giştî ya Turk-Îşê hat kirin axivî.

Bîlgîn got: "Em ê xebatkarên xwe di binê enflasyonê da neêşînin. Eva peymana wê tevkariyê bide aştiya civakî ya Tirkiyeyê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE