"Rêkeftina ligel Lîbyayê bi temamî li gorî hiqûqa navneteweyî hat kirin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji bo rêkeftina ku ligel Lîbyayê hat îmzekirin got, "Bi temamî li gorî hiqûqa navneteweyî hat kirin. Di vê derê da bi tu awayî cudahî tuneye. Yên ku vê yekê fêm nakin, divê êdî fêm bikin."

"Rêkeftina ligel Lîbyayê bi temamî li gorî hiqûqa navneteweyî hat kirin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji bo rêkeftina ku ligel Lîbyayê hat îmzekirin got, "Bi temamî li gorî hiqûqa navneteweyî hat kirin. Di vê derê da bi tu awayî cudahî tuneye. Yên ku vê yekê fêm nakin, divê êdî fêm bikin."

Akar li Wezareta Parastina Neteweyî beşdarî "Merasima Xelatkirinê ya Madalya, Yekîne û Personelê Serkeftî ya Wezareta Parastina Neteweyî" bû.

Akar di axaftina xwe ya li vê derê da diyar kir ku li dinyayê û li herêmê, geşedan çêdibin, rûdanên eskerî yên rîsk û gefan di xwe da dihewînin rû didin û wiha got, "Ji ber vê çendê jî divê em wê yekê ji bîr nekin ku divê em bandor, hêz û rêzdariya Hêzên me yên Çekdar zêdetir bikin."

Akar herwiha bal kişand ku çi li welêt û çi jî li dervayî welêt, Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) hemû fealiyetên xwe li gorî hiqûqa navneteweyî, peymana NYyê, peyman û rêkeftinên dualî dike û wiha got:

"Li bakurê Iraqê jî û li bakurê Sûriyeyê jî yên ku di hedefa me da ne, bi tenê terorîst in, rêxistinên terorê ne. Em li dijî van têkoşînê dimeşînin. Li van deran çi helwesteke me ye cudakirina komên dînî û etnîkî tuneye. Li dijî Ereb, Kurd, Aramî, Keldanî, Cihû û Mesihiyan tu helwest, herekat an jî operasyoneke me tuneye. Di vê mijarê da gelekî fitne, fesadî tên kirin. Ji ber hindê jî divê li hemberî van yekan, em hemû hişyar û zane bin."

- "Divê êdî fêm bikin"

Wezîr Akar di axaftina xwe da qala rêkeftina ligel Lîbyayê jî kir û wiha axivî, "Bi temamî li gorî hiqûqa navneteweyî hat kirin. Di vê derê da bi tu awayî cudahî tuneye. Yên ku vê yekê fêm nakin, divê êdî fêm bikin."

Akar da bibîrxistin ku rêkeftin ligel Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî ya Lîbyayê ku li ser asta navneteweyî tê naskirin, hat kirin û wiha got, "Tiştekî gelekî xwezayî ye ku em di roja teng da li cem welatekî wiha bin ku di dîrokê da çi warê çandî çi warên din, peywendiya me heye û em hevkarî û alîkariya hev bikin. Tişta ku em dikin, ev e."AA

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE