Rûnê Zeytûna Dêrîkê bi xêra pêşbaziyê li hemû dinyayê tê nasîn

Di çarçoveya projeya ku bi tevkariya Walîtî, Qaymeqamiya Dêrikê, Îdareya Pêşvebirina Herêmê ya GAPê, Ajansa Pêşvebirinê ya Dicleyê (DÎKA) midûriyên Xurek, Çandinî û Heywandariyê yên bajêr û navçeyê hat amadekirin de li ser 11 hezar û 800 dekarî darên zeytûnan hatin çandin

Rûnê Zeytûna Dêrîkê bi xêra pêşbaziyê li hemû dinyayê tê nasîn

Li Dêrîka navçeya Mêrdînê ji cureyên cuda îsal 25 ton zeytûn hat komkirin.

"Zeytûnên Dêrikê" yên ku Qaymeqam Muhammed Fatîh Safîturkê di encama êrişa terorî ya PKKê de şehîd bû dixwest li dinyayê bide nasîn, eleqeyeke mezin dibîne. 

Di çarçoveya projeya ku bi tevkariya Walîtî, Qaymeqamiya Dêrikê, Îdareya Pêşvebirina Herêmê ya GAPê, Ajansa Pêşvebirinê ya Dicleyê (DÎKA) midûriyên Xurek, Çandinî û Heywandariyê yên bajêr û navçeyê hat amadekirin da li ser 11 hezar û 800 dekarî darên zeytûnan hatin çandin.

Zeytûnên tên komkirin li Tesîsa Rûnê Zeytûnê ya ku par di çarçoveya projeyê da dest bi xizmetê kiribû, dikine rûn. 

Rûnê Zeytûna Dêrîkê par li "Pêşbaziya Rûnê Zeytûnê ya Navneteweyî" ya ku li Londona paytexta Îngilîstanê hatibû lidarxistin da xelat qezenc kiribû. 

- "Navçe bi xêra rûnê zeytûnê li hemû dinyayê tê nasîn"

Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Zîreatê yê Dêrîkê Ramazan Açan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li navçeyê 185 hezar darên zeytûnê hene û wiha axivî:

"Di zeytûnê da salek baş derbas dibe û salek jî vala diçe. Par saleke bibereket bû û me qasî 70 hezar ton zeytûn kom kirin. Îsal li gor texmînê em ê 25 hezar ton zeytûn kom bikin. Bi xêra pêşbaziya li Îngilîstanê hatibû kirin êdî hemû dinya rûnê me yê zeytûnê nas dike. Ji welatiyan eleqeyeke mezin heye. Êdî zeytûna me bû marqeyeke dinyayê."

Ji rayedarên Tesîsa Rûnê Zeytûnê ya Mezopotamyayê Erkan Dogan jî got ku ew li tesîsê di rojê da 15 ton zeytûnan vedigerine rûn û wiha dewam kir: "Em di çêkirina rûnê zeytûnê da tu gubre û dermanê kîmyayî naemilînin. Hemû xebatên me organîk e. Hem ji hundir û hem jî ji dewletên derva ji bo rûnê me eleqeyeke mezin heye."AA

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE