Rêncberên Mûşî tengasiya şivanan dikişînin

Xwediyên pez her sal di vê heyamê da tengasiya şivanan dikişînin û daxuyand, ji ber ku welatî diçin bajarê mezin û bi berkeda kêmtirîn dixebitin, kes nabe şivan.

Rêncberên Mûşî tengasiya şivanan dikişînin

 Li Mûşê bi germbûna hewayê ra rêncberan pezê xwe derxist çêre, lê rencber tengasiya şivanan dikişînin.

Serokê Yekîtiya Pez û Bizinên Dermale ya Mûşê Nîmet Salkim ji rojnamegeran ra got ku li bajêr milyonek û 300 hezar serî pez û 350 hezar dewar hene.

Xwediyên pez her sal di vê heyamê da tengasiya şivanan dikişînin û daxuyand, ji ber ku welatî diçin bajarê mezin û bi berkeda kêmtirîn dixebitin, kes nabe şivan.

Heke sîgorteya şivanan were razandin, li gor baweriya wan ev pirsgirêk wê çareser bibe û wiha dewam kir, "Her çend maliyeta şivanekî li ser rêncber bi qasî 8-10 hezar lireyî be jî şivan nayên dîtin. Sedema vê tunebûna sîgorteyê ye."

Sedat Oglagoyê ku pezê xwe berda çêre jî got ku nêzî 350 pezên wî hene, divê ji bo van pezan ew şivanekî bigire.

Oglago diyar kir, şivan bi giştî ji Sêrt, Şirnex, Diyarbekir û Şanliurfayê tên û wiha dewam kir, "Pêdiviya şivanên me hemû li ser milê me ye. Dema diçe ber pez em penêrê wî, nanê wî û rûnê wî pê ra datînin. Ew jî dibin yekî ji malê, lê ji ber ku maliyeta wan zêde ye, em nikarin şivan bigirin. Em bixwe heywanên xwe xwedî dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE