"Îro di warê wesaîtên bêmirov yên esmanî da li dinyayê em di nav 3-4 dewletên ewil da ne"

Serok Erdogan di destpêka xeberdana xwe da wiha got, "Xwedê rehma xwe li eskerên me yên ku li Bidlîsê di qezaya firokeyê da şehîd ketin, bike. Bira serê malbata eskerên me, xizmên wan, Hêzên Artêşa Türkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be."

"Îro di warê wesaîtên bêmirov yên esmanî da li dinyayê em di nav 3-4 dewletên ewil da ne"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Îro di warê wesaîtên bêmirov yên esmanî da li dinyayê em di nav 3-4 dewletên herî pêşketî da ne."

Erdogan ji Qesra Vahdettîn bi weşana zindî beşdarî Tetbîqata Rêbazê ya 2021ê ya Welatê Şînê bû.

Serokomar Erdogan di destpêka xeberdana xwe da wiha got, "Xwedê rehma xwe li eskerên me yên ku li Bidlîsê di qezaya firokeyê da şehîd ketin, bike. Bira serê malbata eskerên me, xizmên wan, Hêzên Artêşa Türkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be."

Erdogan der barê Tetbîqata Rêbazê ya 2021ê ya Welatê Şînê da wiha axivî, "Di vê tetbîqata ku îsal em hê hêzdartir, berfireh û organîzetir dikin da em pergalên xwe yên çekan yên xwemalî û neteweyî diceribînin. Bi Tetbîqata Rêbazê ya 2021ê ya Welatê Şîn derfet û îmkan çêdibe ku em zanebûn û qabiliyeta artêşa xwe bibînin û binirxînin û heger hebin kêmasiyan çareser bikin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ne tenê di warê aborî û siyasî da divê di warê eskerî û parastinê da jî hêzdar bin û wiha peyivî, "Heger em parî bişewişin û kêmsiyeke biçûk çêbe em dizanin ku wê axa vî welatê ku em li serê dijîn ji me ra nehêlin. Ji bona welatê me hebûna hêzên deryayî ya hêzdar ji tercihê wêdetir hewcedariyek e. Bi hêzên xwe yên ewlehiya peravan him li ser avên xwe û him jî li çar aliyên dinyayê ji bona aştî û hizûra hemû mirovahiyê em hebûna xwe nîşan didin. Tecrubeya Hêzên me yên Bejayî, personelên wê yên xwedî qabîliyet û serfiraziyên ku di karên hildan ser xwe da bidestxistin me serbilind dike."

Erdogan diyar kir çavên wan di ax, behr û desthilatdariya tu welatî da nînin got ku em tenê welat û heqên xwe diparêzin û wiha pê da çû, "Li Rojhilatê Behra Sipî hewl dan ku dest bidin ser heqên gelê me û Tirkên Qibrîsê."

Serokomar Erdogan got ku îro di warê wesaîtên bêmirov yên esmanî da li dinyayê em di nav 3-4 dewletên herî pêşketî da ne û wiha dewam kir, "Mîna hemû waran di warê behrevaniyê da jî em dixwazin Türkiyeyê bikin nav dewletên pêşketî yên dinyayê. Heta niha di tersaneyên me da ji 130yî zêdetir platformên ku bergîdana wan ji 3 milyar dolarî zêdetir bû hatin çêkirin û me ew îxrac kir."

Erdogan destnîşan kir di nav 10 dewletên ku dikarin keştiya xwe ya şer bisewîrin, çêkin û îdare bikin da cî digirin û wiha peyivî, "Welatê hakimê behran be wê bibe hakimê cîhanê jî. Em bi vê baweriyê gelek giringiyê didin Hêzên xwe yên Behrê da ku bila bibe xwedî bergiriyê. Di nav îsal da keştiya me ya bi navê Ufuk a test û perwerdehiyê û keştiya me ya Anadoluyê ya pir armancî ya amfîbî ya hicûmê em ê bidin destê Hêzên Behrê. Sala pêş me jî em plan dikin ku Pîrî Reîs a keştiya bin behrê ya bi tîpa nû bidin şixûlandin. Em li pola îstîf a MÎLGEMê jî pêvajoya çêkirina firkateynên 6, 7 û 8an di demeke nêz da didin destpêkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE