"Îro ji me ra bû eyda duduyan"

Prof. Dr. Mehmet Yilmazê pisporê cerahiyê Yoguşan muayene kir û tesbît kir ku dibê ecele kezeb were neqilkirin. Di kontrol û teqîbatê da Fatma Yoguşana 23 salî ya qîza Yoguşan razî bû ku bi dildarî parçe kezeba xwe bide bavê xwe.

"Îro ji me ra bû eyda duduyan"

Ahmet Yoguşanê nexweşê kezebê yê li Siwêreka navçeya Şanliurfayê dijî bi kezeba ji qîza wî hat neqilkirin pak bû.

Ahmet Yoguşanê 59 salî yê ji vir 10 sal berê teşxîsa zerika sor a ji ber nexweşiya kezebê hatibû danîn ji bo were dermankirin serî li nexweşxaneyên li Meletiye, Îzmir, Diyarbekir û Gazîentabê xist.

Yoguşan tu dermanek bi dest nexist û pak nebû, paşê serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Heranê xist.

Prof. Dr. Mehmet Yilmazê pisporê cerahiyê Yoguşan muayene kir û tesbît kir ku dibê ecele kezeb were neqilkirin. Di kontrol û teqîbatê da Fatma Yoguşana 23 salî ya qîza Yoguşan razî bû ku bi dildarî parçe kezeba xwe bide bavê xwe.

Ahmet Yoguşanê bavê 11 zarokan beriya Eyda Qurbanê bi kezeba ji qîza wî hat neqilkirin hat ser hemdê xwe û gelekî kêfxweş bû.

Yoguşan diyar kir ku bi kezeba qîza wî dayê gihîşt tenduristiyê û ji ber vê kêfxweş e.

Yoguşan got kêmzêde 10 sal e nexweş e û wiha pê da çû: 

"Ez demekê berê ji ber mîdeya xwe hatim vê derê. Xwedê jê razî be, Mehmet xoce ez muayene kirim û xuna mîdeya min da sekinandin. Ji min ra got divê ecele kezebê neqil bikin û hemû zarokên min sefer bûn. 11 zarokên min hene. Kezeba qîza min li ya min hat û bi dildarî kezeba xwe da min. Xwedê ji qîza min razî be. Canek li canê min zêde kir ji min ra bû hêvî. Em di Eyda Qurbanê da ne. Ev eyda min e, kezeba qîza min ji min ra bû eydanî. Xwedê ji her kesî razî bibe."

"Îro ji me ra bû eyda duduyan"

Fatma Yoguşanê jî got bavê wê demeke dirêj bû ji ber nexweşiyê êş û jan dikişand.

Yoguşanê got ku bavê wê ji êş û janê xilas bû û wiha pê da çû: "Xwedê kêmasiya bavê min nede. Ez zehf jê hez dikim. Bi salan e nexweşiyê dikişîne. Xun ji devê bavê min dihat. Em her tim ditirsiyan. Şikur ji Xwedê ra êdî xilas bû. Min parçeyekî kezeba xwe da bavê xwe. Ji bo vê gelekî bextewar im. Îro ji me ra bû eyda duduyan. Bavê me bi me ra ye."

Salîme Yoguşana jina Ahmet Yoguşan jî got ji ber ku bi dilxweşî Eyda Qurbanê derbas dikin gelekî bextewar in.

 "Binesazî û ekîbên nexweşxaneya me zehf baş in"

Prof. Dr. Mehmet Yilmaz jî got Ahmet Yoguşan ji ber xunbûna qirika xwe hat ba me.

Yilmaz diyar kir ku emeliyat bi serkeftî derbas bû û astengek derneket.

Yilmaz bi bîr xist ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Heranê xwedî binesaziyeke baş e û wiha pê da çû: "Me hetanî nika li nexweşxaneyê 30 neqil kirin. Binesazî û ekîbên nexweşxaneya me zehf baş in. Hema bêje salek e em her tim emeliyatên neqlê dikin. Ji bo neqla gurçikan jî xebatên me dewam dikin, em ê di demeke kin da binesaziya wê jî temam bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 11 Tebax 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE