“Îro roja me ya serfiraziyê ye”

Serok Recep Tayyip Erdoğan û desteya pê re çûn Anitkabirê.

“Îro roja me ya serfiraziyê ye”

Ji bo 29ê cotmehê cejna Cimhûriyetê, merasîma fermî li Anitkabîrê hat lidarxistin. Rêvebirên dewletê bi Serokatiya Serok Recep Tayyip Erdoğan çûn serdana anitkabîrê. Erdoğan li deftera taybet wiha nivîsand: ”me bi operasyona kaniya aştiyê plana korîdora terorê ya ku dê li ber sînorê me yê başûr bihata avakirin, xira kir. Me careke din biryardariya xwe nîşanî hemû cihanê da.”

Serok Recep Tayyip Erdoğan: Îro em wekî gel bi kelecaneke mezin salvegera 96an a Cimhûriyetê pîroz dikin. Em di vê rojê de ewilî Atatûrkê ezîz û hemû qehremanên şehîd ên herba Îstiqlalê yên ku canê xwe ji bo welêt dane, bi rehmetê bibîr tînin. Em ji gaziyên xwe re jî spas dikin. Di vê heyamê de êrîşên li dijî serwerîya me ya neteweyî zêde bûne. Em di halekî wisa de bi ruhê berxwedana Şerê Serfirazyê him li navwelêt, him jî li derwelêt tekoşîna xwe bi biryardarî didomînin. Me Operasyona Kaniya Aştiyê di 9ê Cotmehê de da destpêkirin û di demeke kurt de serkeftineke mezin bi dest xist. Her wiha bi operasyonê me korîdara terorê ya ku dixwestin li seranserê sînorê me yê Sûriyê ava bikin, belav kir. Dîsa me bi vê operasyonê nîşanî hemû cihanê da ku em çiqas biryardar in. Bila ruhê we şa be.

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2019, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE