''Roj wek Şerê Îstiqlalê li hemberî dijmin roja yekbûnê ye''

Serok Erdogan, bi rêya vîdeokonferansê bangî serokên şaredaran kir.

''Roj wek Şerê Îstiqlalê li hemberî dijmin roja yekbûnê ye''

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Roj wek Şerê Îstiqlalê li hemberî dijmin roja yekbûnê ye, roj şûna hesabên biçûk nîne, roj ew roj e ku bibasîret bê tevgerîn."

Serok Erdogan li Koşka Huberê ya li Trabyayê bi rêya vîdeokonferansê bangî serokên şaredaran kir û behsa serkeftina bê wêne ya ku AK Partiyê li şaredariyan nîşan da kir.

Erdogan bal kişand ser wê yekê ku bi tebayî û bihevrebûnê Tirkiye welatekî bihêz e û got, "Roj wek Şerê Îstiqlalê li hemberî dijmin roja yekbûnê ye, roj şûna hesabên biçûk nîne, roj ew roj e ku bibasîret bê tevgerîn. Hêza herî mezin a vî miletî yekîtî û bihevrabûn e. Hemd ji Xwedê re ku li gor gelek welatî em li cihekî baş in lê em vê bes nabînin. Miletê me di rojên wiha da baş dibîne bê ka kê bi niyeta xalis xizmetê dike, kê li pey dek û dolaban e."

Serok Erdogan tekezî li wê yekê kir ku li Tirkiyeyê tu kes di ser qanûn û hiqûqê ra nîne û got, "Wek AK Partî me heta roja îro miletê xwe xeyalşikestî nekir. Ji dêvla piştevaniyê kê li peyê cihêkariyê be, em ê destûrê nedin wan."

Erdogan destnîşan kir ku li şaredariyan pêdivê peydakirin û belavkirina alavên paqijiyiyê û parastinê bidomînin û wiha pê de çû:

"Di heyama nexweşiya Kovîd-19ê da peywirên gelekî girîngtir dikeve ser milê şaredariyên me. Têkoşîna dijî koronayê bi tenê ne meseleya hikûmetê û dewletê ye, ew meseleya hemû saziyên me ye jî. Ji bona me karê herî girîng ew e ku em nehêlin welatiyên me bikevin tengasiya debarê û lazimatiyên wan yên sereke bi cî bînin. Em bi tevdîrên ku me di her qadê da dîtin hewl didin nîşan bidin ku li gel temamiya 83 milyonî ne. Em bi taybetî welatiyên xwe yên bêkar û têra xwe debara wan tune divê tu carê tenê nehêlin. Heke em vîrusa fitne û cudahiyê nexin navbera 83 milyonan têkoşîna me ya dijî vîrusa koronayê wê hêsantir bibe. Em bêyî ku panîkê bikin, bi gavên mantiq, mîzan û rasteqînî bibiryar têkoşîna xwe dimeşînin."

Serok Erdogan got, "Bi îzna Xwedê hêz û kapasîteya Tirkiyeyê heye ku ji vê şewbê xilas bibe. Roj ew roj e ku em hemû cudahiyên xwe yên siyasî, nijadî, mezhebî daynin aliyekî û biratiya xwe ya ezelî û ebedî bi bîr bînin. Gelê me wan kesên ku şûna hêviyê bidin, pêbaweriyê derxin û alîkariyê bikin reşbîniyê belav dikin wê tu carê efû neke. Ez careke din bangî her kesî dikim ku bibin yek, hevkar bin, bibin xwîşk û bira û bi hev ra bibin Tirkiye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE