Her sal bi hezaran xwendekar dikevin zanîngehê. Hin ji wan ji ber ku tercîhên xwe baş nakin, car din dikevin ezmûnan. Ji bo xwendekar derheqê zanînehan de baş agahdar bibin, li Elezîzê programa danasîna zanîngehan hat lidarxistin…
4emîn Unilook a Roja Danasîna Zanîngehan dest pê kir.
Zanîngehên dewletê, yên weqfan û yên taybet…
14 zanîngehên ji çar aliyên welêt, ji bo danasîna xwe bikin çûn Elezîzê.
Xwendekarên lîseyê jî stand bi stand geriyan û derheqê zanîngehan de pirs ji wezîfedaran kirin.
Çalakiya ku wê 2 roj bidome, li benda xwendekaran e.