Roja dawîn a Serîlêdana ji bo YKSyê

Serîlêdana ji bo YKSya 2019an a ku bi destê Serokatiya Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê were kirin sibê bi dawî dibe...

Roja dawîn a Serîlêdana ji bo YKSyê

Serîlêdana Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) ya 2019an a ku bi destê Serokatiya Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) were kirin sibê bi dawî dibe.

Li ser hesabên medyaya civakî yên OSYMyê hişyarî dan kesên ku ew ê serî li YKSyê bixin.

Di peyamê da hat diyarkirin ku serîlêdana ji bo YKS-2019an li ser înternetê hetanî sibê saet 23.59an dewam dike û ji wê saetê şûnda heqê serîlêdanê xilas dibe.

Kesên ku di pola dawîn a lîseyan da perwerdeyê dibînin, kesên ku pola dawîn a lîseyê dubare dikin û yên ku lîse qedandine dikarn serî li YKS-2019ê bixin.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE