"Roja duşemê wê heyeta Turkiyeyê here Rûsyayê"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got ku der barê meseleya Îdlibê da roja duşemê wê heyeta Turkiyeyê here Rûsyayê.

"Roja duşemê wê heyeta Turkiyeyê here Rûsyayê"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê meseleya Îdlibê da wiha got: "Roja duşemê wê heyeta me here Moskovayê, berê jî heyeta Rûsyayê li Enqereyê bû. Em ê hevdîtinên xwe bidomînin."

Çavuşogluyê ji bona Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 56emîn li Almanyayê ye bi Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heîko Maas ra daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê meseleya Îdlibê da diyar kir roja duşemê wê heyeta Turkiyeyê here Rûsyayê û wiha axivî: "Roja duşemê wê heyeta me here Moskovayê, berê jî heyeta Rûsyayê li Enqereyê bû. Em ê hevdîtinên xwe bidomînin."

Çavuşoglu destnîşan kir di hevdîtina bi Maas ra mijara Îdlibê hatiye gotûbêjkirin û got ku rejim di dewsa çareseriya siyasî da bi çareseriya eskerî bawer dike û di demên dawîn da êrîşên xwe zêde kiriye.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ji bona êrîş bisekinin Tirkiye û Rûsya hewl didin û wiha axivî: "Roja duşemê wê heyeta me here Moskovayê, berê jî heyeta Rûsyayê li Enqereyê bû. Em ê hevdîtinên xwe bidomînin."

Çavuşoglu destnîşan kir divê ji bona agirbestê tesîs bikin bi hev ra hewl bidin û wiha got: "Desteka ku Îngilistan û Amerîka dide di serî da Almanya em ji dewletên Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bi awayekî hêzdar hêvî dikin. Heger em nedin sekinandin wê trajediyeke însanî ya mezin derkeve."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE