Roja hilbijartina li Lîbyayê diyar bû

Seracê Serokwezîrê Lîbyayê got ji ber ku roja hilbijartinê hat eşkerekirin kêfxweş e.

Roja hilbijartina li Lîbyayê diyar bû

 Fayîz Seracê Serokwezîrê Lîbyayê got di Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ya ku li Tûnisê hat kirin da li hev kirin ku hilbijartinê di berfanbara 2021ê da bikin ji ber vê kêfxweş bûn.

Serac di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku ji ber ku 24ê berfanbara 2021ê wekî roja hilbijartinê hat eşkerekirin kêfxweş e û biryar dan ku ji bo Komisyona Hilbijartinê ya Bilind wezîfeya xwe bike jê ra budçeyê texsîs bikin.

Serokwezîr Serac der barê budçeyê da agahî neda û diyar kir ku piştgiriyê dide hilbijartina dibe ku welêt ji krîzê xilas bike.

Stephanie Williamsa Nûnera Misyona Piştgiriya Lîbyayê ya NYyê (UNSMIL)  di 13ê mijdarê da  der barê hevdîtinên li Tûnisê bi 75 welatiyên Lîbyayê ra hatin kirin da daxuyanî da û diyar kiribû ku li hev kirin hilbijartinê di 24ê berfanbara 2021ê da bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE