Nivîskar û Helbestvanên Sêweregî ji bo îmzekirina pirtûkên xwe cara duyem bi xwîneran re civiyan. xwîneran eleqeyeke mezin nîşanî bernameyê da. pirtûkên ku girtin jî bi nivîskaran dan îmzekirin.
Nivîskar û helbestvanên Sêwêregî cara duyem bi xwînerên xwe re hatin ba hev.
Li Sêwêrega Rihayê bi rêvebiriya Komeleya Çand, Zanist û Hunerê 2yemîn Roja Îmzeyê ya Nivîskarên Sêwregî hat lidarxistin.
Ji welêt û derwelêt nêzî 20 nivîskar û helbestvan beşdarî bernameya li Xana Gumrikê bûn û ji bo xwînerên xwe pirtûk îmze kirin.
Piştî bernameyê xwîner û nivîskaran bi hev re resm kişandin.