Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

Li herêmê li hemberî tundiya li ser jinan çalakî hatin kirin

Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

25ê mijdarê, roja têkoşîna lı dijî tundiya li ser jinan a cîhanê ye. Bi vê boneyê li Colemêrgê komek jin hatin cem hev û derbarê tundiya li dijî jinan de daxuyanî dan. Her wiha li Mêrdînê jî li hemberî tundiya li dijî jinan çalakiyek hat lidarxistin.

25ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê tê qebûlkirin û her sal div ê rojê de gelek çalakî tên lidarxistin.

Serokatiya Şaxa Jinan a Colemêrgê ya Ak Partiyê li navenda bajêr çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de jinan pankart vekirin, li hemberî tundiya li dijî jinan slogan hildan.

Jin dixwazin tundiya li dijî jinan êdî bi dawî bibe.

Li Mêrdînê jî komek ciwan bi motorsîklet û bisqilêtên xwe ji bo balê bikişînin ser tundiya li dijî jinan çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de tundî hat şermezarkirin.

Her wiha Walî û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Mustafa Yaman jî beşdarî çalakiyê bû û yek bi yek kulîlk dan çalakvanan.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE