"Rojava divê li ser bêkeysiya penaberên Ukraynayî di nav da ne bisekine"

Altun destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji 4 milyonî zêdetir penaber ezimand, li jin û zarokan xwedî derket, di mijara perwerdehiyê da derfet pêşkeş kir û ji bo dest bi jiyaneke nû bikin jî fersend da û polîtîkaya penaberan a Tirkiyeyê digel kêmasiya piştgiriya navneteweyî bi serfiraz e.

"Rojava divê li ser bêkeysiya penaberên Ukraynayî di nav da ne bisekine"

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun ji bo malpera nûçeyan a Al Jazeerayê bi sernava "Tirkiye Di Mijara Qeyrana Penaberan da Dikare Çi Hînî Ewropayê Bike? meqaleyek nivîsî. Altun destnîşan kir ku bi destpêka şerê Ukraynayê va li herêmê qeyraneke nû ya penaberan qewimî û bi bîr xist ku di nav 4 hefteyan da nêzî 3 milyon û 500 hezar Ukraynayî xwe spartin welatên cîran.

Altun destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji 4 milyonî zêdetir penaber ezimand, li jin û zarokan xwedî derket, di mijara perwerdehiyê da derfet pêşkeş kir û ji bo dest bi jiyaneke nû bikin jî fersend da û polîtîkaya penaberan a Tirkiyeyê digel kêmasiya piştgiriya navneteweyî bi serfiraz e.

Di berdewamiyê da Altun ragihand ku ji bo ji heqê qeyranên penaberiyên bi serfirazî bê derketin piştevaniya navneteweyî û bar li hev paykirin hewce dike û wiha domand: "Tirkiye ji bilî ku mitefîkên me yên Ewropayî koçên penaberên bêpergal ji bo xwe wek tehdît hesibandine ne tê da tu carî ji civaka navneteweyî piştevaniyeke xurt a hewce dike, hilnedaye. Di van rewşan da jî vê yekê wek pirsgirêka ewlehî dîtine û xwestine ku bila Tirkiye bi çavkaniyên xwe yên sînorkirî va vê yekê ji holê rake. Ev tevger li hemberî Tirkiyeya ku mitefîk e divê neyê kirin û di heman demê da jî li hemberî trajediya mirovahî ya hemû herêmê bêîstiqrar dike jî bersivek nîne. Ew serfiraziya ku Tirkiyeyê bêyî piştevanî bi tena serê xwe ji heq hat der ne mimkune ji alî hemû welatên din va bê çareserkirin û bendewariyeke wisa jî ji xwe beredayî ye. Civaka navneteweyî xetayên berê divê dubare neke û penaberên û cîranên ku gelek penaberên ji Ukraynayê reviyane ra deriyên xwe vekirine wekî ku Tirkiyeyê bi tenê hişt divê wan nehêle."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE