Di pêvajoya qedexeyê da ya di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li Erzurum, Kars, Ardahan û Erzincanê kuçe û kolan bêdeng in.
Li Erzurumê li kolan û ciyên herî qelebalix ên bajêr ekîbên polêsan tedbîrên xwe didomînin.
Ekîb li rêbendan wesayîtan radiwestînin, belgeyên welatiyan kontrol dikin, ceza li kesên ku rêgezan binpê dikin dibirin.
Li Erzurum, Kars, Ardahan û Erzincanê bêdengiya li kuçe û kolanan a di çarçoveya pêvajoya qedexeyê da bal kişand.
Li parêzgehên navborî ekîbên polêsan belgeyên kesên derdikevin derva kontrol kirin û ceza li kesên ku rêgez binpê kirin birîn.