Rojhilatê Anadoluyê di roja dawîn a eydê da jî bêdeng e

Hat dîtin ku di hefteya duduyan a qedexeyên ji bo Kovîd-19ê da jî welatiyan guh dan tevdîran.

Rojhilatê Anadoluyê di roja dawîn a eydê da jî bêdeng e

Di pêvajoya qedexeyên ji bo tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da li Erzirom, Erzincan, Tuncelî, Kars, Ağrı, Ardahan û Iğdırê di roja dawîn a eydê da jî bêdengî hebû.

Hat dîtin ku di hefteya duduyan a qedexeyên ji bo Kovîd-19ê da jî welatiyan guh dan tevdîran.

Li Erziromê kolanên Cumhuriyet, Menderes û Yoncalixê, Meydana Zanîngeha Ataturkê, Medreseya Cotminare û Kelha Erziromê xalî man.

Ekîbên polêsan ên li bajêr peya û wesayîtan didin sekinandin û kontrolên xwe didomînin.

Li Erzincan, Kars, Ağrı, Iğdır, Ardahan û Tunceliyê jî welatiyan guh dan tevdîran û derneketin derva.

Ekîban li van bajaran belgeyên kesên ji bajêr derdikevin kontrol kirin û li kesên rêgez binpêkirin jî ceza birîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE