Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da kuçe û kolan bêdeng in.
Li gorî çavdêriyê, li Erzurum, Erzincan, Kars, Tunceli, Ağrı, Ardahan û Îdirê welatî pabendî sînordarkirina derketina derva dibin.
Li parêzgehên ku kuçe, kolan û meydan xalî man, hêzên ewlekariyê li ciyên ketin û derketina bajêr, kolanên sereke û xalên diyarkirî kontrolên xwe pêk anîn.
Ekîbên polêsan nasname û belgeyên kesên ku derketin derva kontrol kirin û destûr da ku derbas bin.
Her wiha li parêzgehên herêmê ji ber sînordarkirinê sibehê zû trafîqa wesayîtan jî di asta nizim da ye.
AA