Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê bi hevkariya şaredarî, walîtî û zanîngeha bingolê bi navê “Anadolu li Kocaeliyê ye” projeyek çêkir. Di çarçoveya projeyê de danasîna çand û berhemên bingolê tê kirin. Gelek siyasetmedarên Kocaeliyî û Bingolî û endamên saziyên sivîl beşdarî bernameyê bûn.
Li Kocaeliyê, welatî, siyasetmedar û endamên saziyên sivîl di Rojên Danasîna Bingolê de hatin ba hev.
Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê bi hevkariya Şaredarî, Walîtî û Zanîngeha Bingolê ji bo danasîna çand û hûnerên Çewligê bernameyek li dar xist.
Alîkarê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Cevdet Yilmaz û parlamenterên Kocaeliyî û Bingolî jî beşdarî bernameyê bûn.
Alîkarê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Cevdet Yilmaz : ”Hûn jî dibînin ku çand, hûner, tehm û folkforên cuda yên Bingolê li Kocaeliyê ne. Li bajarê Kocaeliyê çandên ji hev cudatir bi hev re dijîn. Kocaelî bajarekî biratiyê ye.”
Siyasetmedar û welatiyan bi hev re govend gerandin.
Welatî û mêvan ji bo vê bernameyê sipasiya rayedarên Kocaeliyî û Bingolî kirin.
Fûara li Kocaeliyê dê 3 rojan dewam bike.