Rojên danasîna Erzurumê

Rojên danasîna Erzurumê li paytext Ankarayê dest pê kirin

Rojên Danasîna Erzurumê li Enqereyê dest pê kirin. di rojên danasînê de berhemên herêmî yên Erzirumê tên firotin. 

Kebaba Caxê…  Dolmeya Qedayîfê… hingiv… û penîrê Erzurumê…. 

Rojên Danasîna Erzirumê li paytext Enqereyê li Bexçeyê Gel dest pê kirin. 

Li ser standan berhemên herêmî yên wek Kebaba Caxê, Dolmeya Qedayîfê, hingiv û penîrê Erzurumê tên firotin. 

Eleqeya herî zêde jî li ser penîr û hingivê Erzirumê bû. 

Enqereyiyan eleqeyeke mezin nîşanî berhemên Erzirumê da. 

"Ez ji Erzirumê me. Ez bi xwarinên Erzurumê mezin bûm. Diya min ji Erzirumê bû. Kêfa min gelekî ji Erzurumê re tê. Bila Enqereyî têqez werin virê.” 

Stand sibehan di seat 10:00an de vedibin û heya 10:00ê êvarê vekirî ne. 

Berhemen herêmî yên Erzurumê wê heta 5ê hêzîranê li benda Ankarayiyan bin.  

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE