Rojnamegerê Sıûdî winda bû

Ji rojnamegerê ku çû sefaretê careke din xeber nehat.

Rojnamegerê Sıûdî winda bû

Ji Rojnameger Cemal Kaşikçiyê ku li Stenbolê çû sefareta Erebistana Siûdî careke din xeber nehat. Kaşikçi ji roja sêşemê ve wenda ye.

Rojnameger Cemal Kaşıkçıyê Siûdî ku di heman demê de nivîskarê Washington Postê ye, roja sêşemê ji bo karûbarên zewacê çûbû Serkonsulxaneya Erebsitana Siûdî ya li Stenbolê.

Kaşikçi, piştî nîvro saet di 1ê de telefona xwe dide dergistiya xwe û dikeve avahiyê.

Ji wê saetê ve ye tu xeberek jê nayê girtin.

Xebatkarên sefaretê ji dergîsta wî re dibêjin ku; “Piştî ku karê wî xilas bû, Kaşıkçı ji avahiyê derketiye.”

Nasên Kaşikçi, ji ber akûbeta wî di nav fikarê de ne. Dergîsta rojnamegerê Siûdî û berpirsên Komeleya Medyaya Tirk û Ereb ji wê çaxê ve ne li ber deriyê sefaretê disekinin.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE