Li Midyadê, keçên xwendekar rojnameyekê derdixin. Rojnameya wan mehê carê dertê...
Keçên zana û jêhatî dinivîsin, şêniyê Midyadê dixwîne…
3 Keçik ên mekteba Walî Kemalê ya Midyadê; Cemile Kaplan, Nurgül Atakul û Sena Nur Altaş, bi tena serê xwe rojnameyeke herêmî derdixin.
Rojname li ser kaxêzên rengîn tê çapkirin û 12 rûpel e. Navê rojnameyê “Dengê WKNê” ye.
Tê de ji bilî behs û mijarên Midyadê, hin roportajên bi telebe, rayedar û pisporan re jî hene.
Kêfa zarokên mektebê jî gelekî ji rojnamê re tê.
Mamosteya xwendakaran Elvan Elma jî di vê xebatê de piştgiriyê dide keçikan.