Romenên Gaziantepê hemû çalakiyên xwe betal kirin

Romenên Gaziantepê ji ber vîrûsê hemû mihrîcan û çalakiyên xwe betal kirin.

Romenên Gaziantepê hemû çalakiyên xwe betal kirin

Romenên ku li serê cîhanê belav bûne, ev 50 sal in 8ê nîsanê wek “cejna romenan” pîroz dikin. Lêbelê ji ber vîrûsa koronayê, li gelek deveran pîrozbahiyên cejnê hatin betalkirin. Romenên Gaziantepê jî biryar dan ku wê îsal cejna xwe bi çalakiyan pîroz nekin.

Îsal 50emîn Cejna Romenan a Cîhanê tê pîrozkirin.

Lêbelê ji ber koronayê, li seranserê welêt jî hemû pîrozbahî hatin betalkirin.

“ 50 sal in em her 8ê Nîsanê wek Cejna Romenan pîroz dikin. Lêbelê piştî derketina koronavîrûsê me îsal pîroz nekir.”

Serokê Komeleya Abdalên Entabê, Niyazi Demir got: “Ji bo tevdîrê biryareke wisa hat dayîn. Lewra tenduristiya însan, ji her tiştî muhîmtir e.”

Serokê Komeleya Abdalên Gaziantepê Niyazi Demir: “Niha li derve nexweşiyeke dijwar heye. Dewleta me hin tevdîr girtine. Me jî di çarçoveya van biryar û tevdîran de, hemû çalakî û pîrozbahiyên xwe betal kirin.

Romenên Gaziantepê dibêjin, “Di çaroveya banga Serok Erdoğan de, em jî qet ji malê dernakin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE