Li Karsê bi barîna berfê roviyên ku ji bo zikê xwe têr bikin li ser erdê bi berfê çîl û spî bûye ketin pey nêçîrê û ew dem hatin qeydkirin.
Li herêma Rojhilatê Anadoluya ku zivistan sar û bi zehmetî derbas dibe heywanên li çol, dehl û daristanan dijîn jî seba xwarin û xurekê peyda bikin rastî zehmetiyan tên.
Heywanên kovî li bajarê Karsa ku berfê çar alî girtiye derketin nêçîrê û li xwarin û xurekê geriyan.
Li nêzî rêya herêma Cihê Orena Anî-Karsê roviyên sor ên derketibûn nêçîrê li ser berfê guhê xwe bel kirin û li xwarinê geriyan.
Rovî ji ber merîfeta xwe ya nêçîrê "fêlbaz" û "jîr" tê hesibandin û di nav şert û mercên siruştî da ji bo zikê xwe têr bike ya ji dest tê dike.
Ew li ser erdê bi berfê çîl û spî bûye li gor rê û rêbazên xwe derdikeve nêçîrê û zikê xwe têr dike.
AA