Êrîşa li Ûşakê :Polîs Aksoy şehîd ket

Aksoyê ku di bûyera li Banaza Uşakê de birîndar bûbû, şehîd ket...

Êrîşa li Ûşakê :Polîs Aksoy şehîd ket

Li Banaza Ûşakê jinek hatibû dîlgirtin. Polîs mehmet aksoy jî ji bo ku wê xilas bike hewl dabû lê gule li wî ketibûn. Aksoy li gel hemû midaxaleyan li nexweşxaneyê şehîd ket. Êrîşkar jî hat kuştin.

Çetin Kaplan li navçeya Banazê jinek rehîn girtibû. Kaplan gule barand ser polîsên ku hatin wir.

Guleyek li sîngê polîsekî ket.

Pişt re polîsê birîndar Mehmet Aksoy rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Uşakê. Lê tevî hemû midaxaleyan ew şehîd bû.

Polîs Aksoy 37 salî bû, du zarokên wî sêwî man.

Erîşkar jî li cihê bûyerê bi guleyan hat kuştin.

Derbarê bûyerê de lêpirsînê dest pê kir.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE