Êrîşa li ser Eş Şebabê: 26 kuştî

Êrîşa li ser Eş Şebabê: 26 kuştî

Fermandariya Afrîkayê ya Amerîkayê (AFRICOM) diyar kir ku ji hewayê êrîşî Hîrana herêma Somaliyê kirin û di êrîşê da 26 endamên Eş Şebaba rêxistin terorê hatin kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya AFRICOMê da hat destnîşankirin ku bi êrîşa roja pêncşemê va îsal 24 caran êrîş birin ser Eş Şebabê.

AFRICOMa di van demên dawîn da êrîşên xwe yên li herêma Hîranê zêde kirin diyar kir ku di êrîşa dawîn da 26 milîtanên rêxistinê kuştin.

Di daxuyaniya hurgiliyên êrîşê nehatin dayîn da hat gotin ku di êrîşên li dijî Eş Şebebê da bi rêveberiya Somaliyê ra hevkariyê didomînin.

Di daxuyaniyê da agahiyên li ser zirara gihîşt sivîlan da nehatin parvekirin.

AFRICOMê di daxuyaniya xwe ya 25ê sibatê da diyar kiribû ku di êrîşa li ser Beledveyneya navçeya Hîranê da 35 milîtanên Eş Şebabê hatin kuştin.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 09:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE