"Êrîşa li Zelandaya Nû û peyamên ku ji ser wê derê ra didin me tiştekî teze nîne"

Serok Erdogan li Tekirdagê di mitînga AK Partiyê da axivî...

"Êrîşa li Zelandaya Nû û peyamên ku ji ser wê derê ra didin me tiştekî teze nîne"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Ji Ewropayê rojê em xeberekê dibihîzin ku êrîşî welatiyên me û êrîşî komele, mizgeft û dikanên wan dikin. Korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorên me çêkin jî perçeyekî vê senaryoyê ye. Derdê wan Tayyîp Erdogan nîne, derdê wan Îtifaqa Cumhur ya bi destê AK Partî û Partiya Tevgera Neteweperwer hatiya avakirin jî nîne, derdê wan rasterast Tirkiye ye û gelê Tirk e."

Erdogan li Tekirdagê di mitînga AK Partiyê da axivî û destnîşan kir ku hebûn, yekîtî û nirxên hûn li vir temsîl dikin terorîstê li Zelandaya Nû ya bi ser mizgeftê da girt jî aciz kiriye û got ku çekên xwe yên ku di vê qetlîamê da emiland jî ji dîroka Dorpêça Viyanayê bigir heta navên zalimên di seferên xaçparêzan da tên zanîn û bi neyarên Misilman û Tirkan xemilandiye. 

Erdogan diyar kir ev terorîst dibêje wê bên Stenbolê û hemû mizgeft û minareyan xera bikin û tewşomewşo xeber daye û got ku bênamûso Zelandaya Nû li ku derê ye Stenbol li ku derê ye? û wiha dewam kir: "Aliyekî vê yê siyasî heye. Ji hêlekê va Siltanehmedê tijî nekî û rabî bêjî 'Ayasofyayê tijî bikin'. Guh nedin van lîstikan. Ev gişt lîstik in. Em dizanin em ê çi çaxê çi bi çi awayî bikin. Ji ber ku van bênamûsan wisa got em gavê navêjin."

Serok Erdogan destnîşan kir êrîşa li Zelandaya Nû û peyamên ku ji ser wê derê ra didin wan tiştekî teze nîne û wiha got: "Çawa dibe li perê dinyayê kujerekî ku di hişê wî bi fesadiya dijî Misilman û Tirkan tije ye didin hereketkirin? Ji bo 3 rojan û 40 rojî hatiye Stenbolê. Nika xebat tên kirin. Gelo têkiliyên wî bi ku derê ra hene, em ê vê derxin holê. Lêbelê em ji Zelandaya Nû jî dixwazin ku bira hesabê vê bipirsin. Ne bi tenê bi gotinan, hinekî bisekinin paşê eşkere bikin. Ew wisa nabe. 49 meriv... Ev qetlîam e, dibê hesabê vê were pirsîn. Heke wisa nebe rewş rewşeke baş nîne."

Erdogan diyar kir derdê wan rasterast Tirkiye ye û gelê Tirk e û wiha peyivî: "Ji Ewropayê rojê em xeberekê dibihîzin ku êrîşî welatiyên me û êrîşî komele, mizgeft û dikanên wan dikin. Korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorên me çêkin jî perçeyekî vê senaryoyê ye. Derdê wan Tayyîp Erdogan nîne, derdê wan Îtifaqa Cumhur ya bi destê AK Partî û Partiya Tevgera Neteweperwer hatiya avakirin jî nîne, derdê wan rasterast Tirkiye ye û gelê Tirk e."

Serok Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser gotinên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê û wiha axivî: "Hela li bêedeb mêze bikin dibêje 'terora çavkaniya wê alema Îslamê ye'. Yaw qet ferqa te ji wan senatorên Awistralyaye heye? Hela li vî halî binihêrin? Kesekî ku fehmkorî bûye û dibêje çavkaniya terorê alema Îslamê ye li vî waletê ku xelkê wê ji sedî 99 Misilman e siyasetê dike. Kemal Efendî tu nikarî bibêjî çavkaniya terorê alema Îslamê ye. Tu pêşiyê li xwe mêze bike û hay ji xwe hebe."AA

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE