Piştî ku plangerê êrîşa Reyhanliyê Yusuf Nazik hin kes deşîfre kirin, derbarê wan kesan de lêpirsînê dest pê kiriye. Serdozgeriya komarê ya Enqereyê derbarê 8 kesan de biryara girtinê da. Di nava wan de mehmet gezer jî heye û tê îdiakirin ku wî teqemenî anîne.
MİT’ê, li Lazkiyeya Sûriyeyê bi operasyonekê Yusuf Nazik anîbû Tirkiyê û 9. Dadgeha Cizayê Giran a Enqerê ew girtibû. Li ser îfadeyên Nazik lêpirsîn firehtir dibe.
Nazik, navê 24 kesên din da ku beriya vê navên wan di dosyayê de tune bûn.
Nazik got ku wî ji kesekî bi navê Mehmet Gezer teqemenî temin kiriye.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li ser vê dest bi operasyonê kir.
Ji bo 8 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn ku Mehmet Gezer jî di nav wan de ye.