Êrîşa rêxistina terorê Boko Haramê ya li Nîjeryayê: Türkiyeyê bi tundî şermezar kir

Türkiyeyê êrîşa rêxistina terorê Boko Haramê ya li Nîjeryayê bi tundî şermezar kir

Êrîşa rêxistina terorê Boko Haramê ya li Nîjeryayê: Türkiyeyê bi tundî şermezar kir

 Wezareta Karên Derva ragihand ku ew, êrîşa terorê ya ku ji hêla rêxistina terorê Boko Haramê li herêma Gudumbalî ya eyaleta Bornoyê ya Nîjeryayê hat kirin, bi tundî şermezar dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat destnîşankirin ku di êrîşa terorê ya ku 12ê Adara 2021ê li dijî konvoyeke eskerî hat kirin da 19 esker hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn ku ev yek ji bo wan ciyê xemgîniyeke mezin e.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em vê bûyera menfûr a terorê bi tundî şermezar dikin, serxweşiyê didin malbatên qurbaniyan û her wiha gel û hikûmeta Nîjeryaya dost û bira û ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin."

Li Nîjeryayê ji serê salên 2000î vir va rêxistina Boko Haramê hebûna xwe didomîne û her wiha di çalakiyên tundiyê yên girseyî yên vê rêxistinê da ji sala 2009an vir va ji 20 hezarî zêdetir însan hatin kuştin. 

Rêxistin ji 2015an vir va li welatên cîran Kamerun, Çad û Nîjerê jî êrîşan dike. Di êrîşên rêxistinê yên li keviya Gola Çadê da herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin.

Li welêt ji ber êrîşên terorê û pevçûnan bi sed hezaran kes mecbûr dimînin ku koç bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE